Li Adanayê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 3 şikbarên ji Sûriyeyê hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr ji bo şikbarên li ser navê DEAŞa rêxistina terorê dixebitin bigirin operasyon kirin.
Polêsên tevgera taybet jî piştgirî dan operasyonê û ji bo 5 şikbarên der barê wan da biryara binçavkirinê heye bên girtin xebatan dest pê kir.
Polêsan li ser çêwlika ku şikbar lê diminîn da girtin û hin şikbar hatin binçavkirin.
Polêsan li mal û depoya ku di vê çêwlikê da ne jî kontrol kirinû tevdîrên ewlehiyê dîtin.
3 şikbar hatin binçavkirin
Li navnîşaneke din jî polêsan 3 şikbar binçavkirin û dest dan li ser tivingeke nêçîrê û 2 fîşengên wê.
Piştî kontrola wan a tenduristiyê polêsan ew birin Midûriya Ewlehiyê.
Hat tespîtkirin ew li ser navê rêxistinê xebatan dikin.
Ji bo 2 şikbarên din jî bên girtin xebat dewam dikin.AA