Li Adanayê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê hat kirin da 5 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîba Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr ji bo qefaltina hevkar û alîkarên PKK/KCKyê dest bi xebatê kir.
Di çarçoveya xebatê da jî polêsan ber destê sibehê bi ser malên gumanbarên hatibûn tespîtkirin da girt.
Hêzên ewlehiyê serê kuçe û kolanan girtin, bi zompeyan deriyê malên gumanbaran şikênandin û ketin hundir.
Di operasyonê da 5 gumanbar hatin binçavkirin û piştî kontrola sihetê ya li Saziya Tipa Dadî ya Edeneyê ew birin Midûriyeta Ewlehiyê.