Li Adanayê operasyona terorê: 7 binçavkirî

Li Adanayê di operasyona dijî rêxistina terorê PKK/KCKyê da 7 berşik hatin girtin.

Li Adanayê operasyona terorê: 7 binçavkirî

Li gorî agahiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê li dijî berşikên hat îdiakirin ku bi handana rêxistina terorê PKK/KCKyê çalakiyên provokatîf kirin, xebat da destpêkirin.

Di çarçoveya xebatê da ekîban navnîşanên 8 berşikên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hat derxistin, tesbît kirin û bi gelek polêsan operayon li dar xist.

Ekîban bi piştgiriya polêsên tevgera taybet bi ser malên berşikan girtin û 7 kes binçav kirin. Di malên berşikan da jî gelek alavên dijîtal hatin girtin.

Berşikên ku li Dezgega Tiba Edlî ya Adanayê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin, birin Midûriyeta Ewlekariyê.

Xebata girtina berşikê mayîn jî berdewam e.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE