Li Adanayê xebatên ji bo tefandina şewata ku duh li tesîseke vejena biyokutleyê ji ber lêxistina birûskê derket dewam dikin.
Duh birûskê li qada ku lê balyeyên bermayiyên çandiniyê dihatin depokirin û li qada vekirî ya tesîsa vejena biyokutleyê ya li Taxa Zaxarliyê ya navçeya Yuregîra navend xist û şewat derket, xebatên ji bo tefandina şewatê didomin.
Digel Şaredariya Bajarê Mezin a Adanayê bi wesayîtên agirkujiyê yên Midûriya Herêma Daristanê ya Adanayê jî midaxeleyî şewatê dikin.
Di xebatên ku gelek peywirdar beşdar bûn û seranserê şevê dewam kirin da ji ber ku madeya şewitî balyeyên bermayiyên çandiniyê ne di midaxeleyê da zehmetî tê kişandin.AA