Li Adiyamanê bi boneya hefteya yeşîlayê, li ser lambeyên kesk ên trafîkê amblema heyvê hat danîn. Bi amblema heyvê tê xwstin ajokar bi hefteya yeşîlayê bihesin û li ser zirarên tiryak cixare û alkolê bifikrin.
Heyva Kesk yanî Yeşîlay ev 99 sal in heye.
Têkoşîna wê ya li hemberî tiryak, cixare û alkolê ji mêj ve tê.
Armanca komeleya Yeşîlayê civakeke xurt û bi sihet e.
Navbera 1 û 7ê adarê jî hefteya heyva kesk e.
Li Semsûrê ji bo bala welatiyan bikşîne li ser lambeyên kesk ên trafîkê amblema heyvê hat danîn.
Bi heyva kesk a li ser lambeyê tê xwestin gel zirarên tiryak alkol û cixareyê careke din bifikire.