Li Adıyamanê ê ji ber berfê rêya 89 gund û 119 goman xitimî.
Di daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr da hat diyarkirin ku berfa ji duh bişev vir va dibare tesîra xwe didomîne.
Ji ber berfê rêya 89 gund û 119 gomên Kehta, Çêlikan, Golbaşî, Sincîk, Bêsnî, Gerger û Tutê hat girtin.
Ekîb ji bo vekirina rê xebatên xwe didomînin.