Li Semsûrê piştî baranên gij lehî rabû. Li taxa Malazgîrtê hin mal û kargeh di bin avê de man. Welatiyan, bi alîkariya ekîbên şaredariyê ava di mala xwe de vala kir.
Li Semsûrê lehî rabû.
Gelek xanî û kargeh di bin avê de man.
Lehiyê bi taybetî jî zirar da taxiyên Malazgîrtê.
Welatiyan bi alîkariya ekîbên şaredariyê ava di malên xwe de vala kir û eşyayên xwe xilas kirin.
Mexdûrên lehiyê dibêjin binesaziya taxa me gelek kevn e û divê şaredarî çareyekê ji vê re bibîne.