Li Adiyamanê du tirimbêl li hev qelibîn û 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan, tirimbêla ku pîleqeya wê 33 CDN 02 ye û Murat U. diajot û tirimbêla ku pîleqeya wê 16 LD 756 e ya Mevlut A. diajot li taxa Esentepeyê li hev qelibîn.
Di qezayê da herdu şofêr û Semra A. birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyamanê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe...