Li Adiyamanê "Roja Gastronomiyê ya Kevneşopî"

Di çalakiya "Roja Gastronomiyê ya Kevneşopî" da pêşbirka çîkçêkirinê çêbû...

Li Adiyamanê "Roja Gastronomiyê ya Kevneşopî"

Li Adiyamanê di çarçoveya "Roja Gastronomiyê ya Kevneşopî" ya ku ji hêla, Şaredariya Adiyamanê, Zanîngeha Adiyamanê û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê cara duyemîn e tê lidarxistin da pêşbirka çêkirina çîkê çêbû.

Pêşbirk li Fakulteya Edebiyatê ya Fenê ya Zanîngeha Adiyamanê çêbû û 11 kes beşdarî pêşbirkê bûn.

Juriya ku ji 4 akademîsyanan pêk tê biryar da ku Mehmet Yaşar Akbaş bibe yekemîn, Mustafa Polat bibe duyemîn û Muslum Bulut jî bibe sêyemîn.

Kesên bi ser ketin bi zêrê çaryek va hatin xelatkirin.

Di pêşbirk û çalakiyê da xwarinên herêmî û şêrînayî hatin nîşandan.

Şaredar Suleyman Kiliç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand xwarinên Adiyamanê hatine nasandin, çi ji destê wan bê ewê her tim bikin.

Kilinç got ev xwarin him ji hêla tenduristiyê va baş in û him jî bi tehm in.

Dîroka nûkirinê: 16 Nîsan 2019, 18:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE