Li Adiyamanê semînera li ser behîvan

Bi van semîneran dixwazin li bajêr çandiniya behîvan zêdetir bibe

Li Adiyamanê semînera li ser behîvan

Li Semsûrê ji aliyê ajansa pêşvebirinê ya îpekyoluyê ve li ser behîv û çandiniyê semînerek hat lidarxistin. armanca semînerê jî ew e ku li bajêr çandiniya behîvan berbelavtir bibe.

Hewaya bajarê Semsûrê ji bo çandiniyê gelek xweş e.

Li bajêr ji bo pêşvebirina çandiniyê gelek xebat tên kirin.

Yek ji wan xebatan jî ji aliyê Ajansa Pêşvebirinê ya Îpekyoluyê ve hat kirin.

Ajansê ji bo çandiniya behîvan zêdetir berbelav bibe semînerek li dar xist.

Şaredariya bajêr, nûnerên saziyên çandniniyê û gelek welatî beşdarî semînerê bûn.

Dîsa di semînerê de ji bo tenduristiya mirovan behsa fêdeyên behîvan jî hat kirin.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2019, 18:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE