Li Adıyamanê tama edetî ku di firûna kevir da tê pehtin: Peksîmet

Li Adıyamanê "peksîmet" ku ji tamên herî sereke yên edetî ye, ji bo tûrikê xwarinê yê xwendekaran, rêwîtiyên dirêj û herwiha li kêleka çay û qehweyê tê tercihkirin.

Li Adıyamanê tama edetî ku di firûna kevir da tê pehtin: Peksîmet

Li Adıyamanê pêxwarina bi navê "peksîmet" ku ji tamên edetî yên sereke yên bajêr e, pêşiyê ar, şîr û celeb celeb baharat bi hev ra tên vestirîn û dû ra di firûna kevir da tê pehtin. Taybetiyeke peksîmetê jî ew e ku 3 an jî 5 mehan dimîne. 

Peksîmeta ku ji bo tûrikê xwarinê yê xwendekaran, rêwîtiyên dirêj û herwiha li kêleka çay û qehweyê tê tercihkirin ji arê biqalik, şîr, rûn, şekir, anason û celeb celeb biharatan va tê çêkirin.

Ev melzemeyên navborî pêşiyê bi hev ra tên vestirîn û dû ra ji bo ku hil were, 5 an jî 6 saet tê sekinandin. Hevîrê hilhatî bi kirdanekê tê vekirin û mîna pariyên peqleweyê di siniyan da tên birîn.

Peksîmeta ku di firûnên kevir ên kevnar da nîv saetê tê pehtin ji aliyê welatiyan va gelekî tê tercihkirin.

Xwediyê kargehê Erdal Ozbey di daxuyaniya xwe da diyar kir ku peksîmet tameke resen a Adıyamanê ye û herwiha ji ber ku pir bitam e welatî jî jê hez dikin.

Ozbey herwiha bal kişand ku ew di çêkirina peksîmetê da berhemên xwezayî diemilînin û wiha got, "Peksîmet di navbera 3 an jî 5 mehan da dikare bimîne, kartû nebe."

Mişterî Omer Saglamê 70 salî jî diyar kir ku tama vê berhema ku li Adıyamanê berhemeke resen e pir xweş e û wiha dewam kir, "Ez ji bo peksîmetê her roj têm firûnê. Tama kevnar ji bo tenduristiya min pir mefadar e."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE