Li Adıyamanê hewaya ku her ku diçe germ dibe tesîrê li ser jiyanê dike.
Li bajêr germa hewayê gihîşt 37 pileyan, welatiyên ji germê aciz bûn di binê siyê da û devê avê rûniştin ku hênik bibin.
Esnaf Şerîf Gurbuzcan daxuyand germa hewayê zêde ye û wiha axivî: "Germahî ji nişkê va zêde bû. Em dest û rûyê xwe dişon ku hênik bibin. Ji esnafan rica dikim bila ji bo heywanên derva tasek av daynin derva.AA