Li Adıyamanê xalîçeyên beriya 100 salan

Heba xaliyên bimotîf ên Osmaniyan heta 20 hezar lîreyî tê firotin

Li Adıyamanê xalîçeyên beriya 100 salan

Li navenda Adıyamanê xalîçefiroşê bi navê salih esen karê bavê xwe dike. Li dikana wî gelek cure xalî hene. Hin xalî ji beriya 100 salan bane û bihayê heba wan li dora 20 hezar lîreyî ye.

Gelek cure xaliçeyên kevin û rengorengo, li ser wan nexşên heyama Osmaniyan hene.

Ev der dikana xalîçefiroşekî ye li navenda Adıyamanê ne.

Xalîçefiroş Salih Esen li navenda bajêr dijî.

Bavê wî xalîçefiroş bû û niha ew jî mesleka bavê xwe dike.

Di dikanê de gelek cure xalîçe hene. Bi taybetî mehfûrên heyama Osmaniyan gelek xweşik in.

Salih Esen dibêje hin xalîçe ji beriya 100 salî ne.

Esen dibêje, ji bajarên din mirov tên, yan ji xwe re xalîçeyan dikirin yan jî li xweşikbûna wan temaşe dikin.

Welatî dibêjin ev mehfûr gelek xweşik û bi kalîte ne.

Bihayên wan jî ji 6 hezarî dest pê dike, heta 20 hezarî zêde dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE