Li Adiyemanê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da li 29 malan dest bi karantînayê kirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku li navenda bajêr testa Kovîd-19ê ya hin welatiyan pozîtîf derket li ser vê Lijneya Hifzêsiheyê ya Bajêr hin biryarên teze hildan.
Di vê çarçoveyê da li 29 malên li taxên cuda dest bi karantînayê kirin.
AA