Li Adiyemanê 9 kesên ji ber xaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derket jehrî ketin û li nexweşxaneyan tên tedawîkirin.
Li bajêr ji duh şev vir va bager heye ku tesîrê li ser jiyanê dike.
Ji ber bagerê xaza karbonmonoksîtê ji sobeyan derket û bû sedem ku gelek kes jehrî bibin.
Li navenda bajêr û navçeyan 9 kesên jehrî ketin li nexweşxaneyan tedawî dibin.
Hat ragihandin rewşa nexweşan baş e.
AA