Li Adiyeman û Gazîentabê seferên balafirê betal bûn

Li Adiyeman û Gazîentabê mij û xumameke zêde heye.

Li Adiyeman û Gazîentabê seferên balafirê betal bûn

Li Adiyeman û Gazîentabê mij û xumameke zêde heye.

Li Adiyemanê mijê ku ji serê sibehê vir va bandora xwe zêde kir, tesîreke neyînî li veguhestina asîmanî kir.

Seferên balafirê ku plana wan hatibû kirin ku dê ji Balafirgeha Adiyemanê bo Stenbol û Enqereyê dualî bên kirin, hatin betalkirin.

Ji aliyekî din va li Kahtaya navçeya Adiyemanê li navenda navçeyê ji ber mijê ku serê sibehê zû derket, mesafeya dîtinê berjêrî 20 metreyan bû û vê jî kir ku di trafîqê da astengî çêbibin.

Herwisa li Gazîentabê jî ji ber mijê, seferên balafirê ku plan hatibû kirin ku bo Stenbol û Enqereyê dualî bên kirin, hatin betalkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE