Li Adiyemanê ji 4 kesên ku ketin Gola Bendava Ataturkê 2 jê xeniqîn.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin Remziye, Asiye, Tuana û Berat Yilmaz li Qada Seyrangeha Gazîhandedeyê ketin Gola Bendava Ataturkê.
Masîgiran dîtin ku kesên ketine avê diperpitin û Asiye û Berat Yilmaz ji avê derxistin, tenefusa sunî û masaja qelbê kirin û ew teslîmî peywirdarên tenduristiyê yên hatin herêmê kirin.
Cesedê Remziye û Tuana Yilmaz jî hat dîtin.
Gelek cendirme û polêsên noqav sewqî cihê bûyerê kirin.
Ji masîgiran Ramazan Bozkurt daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku dema masî digirtin hin deng bihîstin û wiha axivî: "Me lê nihêri ku 4 kes di avê da diperpitin. Min û hevalên min Abdurrahman Yilmaz hema me xwe avêt avê û 2 kes ji avê derxistin. Me tenefusa sunî û masaja qelbê kir û ew xilas kirin. Herdu kesên din li ser rûyê avêbûn, xeniqîbûn."
AA