Li Adiyemanê mînîbusa rêwiyan wergeriya: 13 birîndar

Personelekê cendirmeyê rahêşt alaya Tirk ku ji mînîbusa qeza kir ket erdê û maç kir û dû ra kir ber pêsîra xwe.

Li Adiyemanê mînîbusa rêwiyan wergeriya: 13 birîndar

 Li Adiyemanê mînîbusa rêwiyan welgeriya û di encamê da 13 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, mînîbusa rêwiyan ku plaqeya wê 02 D 6037 û ajokarê wê jî Şevket Çakir e û di navbera Adiyeman û navçeya Kahtayê da seferan dike, li ser rêbeja Adiyeman-Kahtayê li avêreya Samsatê welgeriya.

13 kesên ku di qezayê da birîndar bûn bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez ji bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyemanê û Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê hatin veguhestin.

Di vê navberê da personelekê cendirmeyê rahêşt alaya Tirk ku ji mînîbusa qeza kir ket erdê û maç kir û dû ra kir ber pêsîra xwe.

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2019, 16:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE