Li Adiyemanê xwarinên ku di çarçoveya "Projeya Bila Fitarek jî Ji Min Be" ya ku hîndekareke kursa Qur'anê da destpêkirin da hatin amadekirin teslîmê mala 500 malbatên hewcedar kirin.
Di çarçoveya projeya berpirsyariyê ya ku Nazli Pektaş Yildirima hîndekara Kursa Qur'anê ya Keçan a Mizgefta Mehmet Kirçalî da destpêkirin da ji bo Şeva Qedrê ji bo 500 malbatî xwarina fitarê hat amadekirin.
Xwarinên ku Yildirim û ekîba pê ra ya ji 10 kesî pêk tê amade kirin teslîmê malên malbatên hewcedar kirin.
Nazli Pektaş Yildirimê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di meha remezanê da proje dan destpêkirin.Yildirimê diyar kir ji ber ku xwe digihînin hewcedaran gelekî kêfxweş in û wiha axivî: "Hedefa me ew e ku em heta dawiya Remezanê bigihêjin 2 hezar malbatî. Me îro lehmecûn, ecîn û şêranî belav kir. Em ê sibê jî xwarina tewê amade bikin û belav bikin. Xebatên me dê heta roja erefeyê dewam bikin."