Li Afrîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin nêzîkî 108 hezarî bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 66 hezar û 272yan, ya kesên baş bûn jî derket 3 milyon û 635 hezar û 701ê.

Li Afrîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin nêzîkî 108 hezarî bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin nêzîkî 108 hezarî bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê 107 hezar û 981 kes ji ber vîrusê mirin.

Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyan derket 4 milyon û 66 hezar û 272yan, ya kesên baş bûn jî derket 3 milyon û 635 hezar û 701ê.

Li parzemînê hejmara herî zêde ya pêketiyan li Komara Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis, Misir, Etiyopya û Nîjeryayê hat tomarkirin. Herî zêde kes jî li Komara Afrîkaya Başûr û Misrê mirin.

Li parzemînê welatên wekî Komara Afrîkaya Başûr, Kenya, Nîjerya, Senegal, Misir, Cezayîr, Qeraxên Diranên Fîlê, Seyşel, Gana, Morityus, Gîneya Ekvatorê, Angola, Uganda, Togo, Ruanda, Mozambîk, Malavî û Zîmbabweyê dest bi aşîlêxistinê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE