Li Afyonkarahîsarê 40 kesên mehsûr mabûn hatin xilaskirin

Li Afyonkarahîsarê 40 kesên di otobusa ji ber bagerê mehsûr ma da hatin xilaskirin

Li Afyonkarahîsarê 40 kesên mehsûr mabûn hatin xilaskirin

Li Emîrdaga navçeya Afyonkarahîsarê 40 kesên di otobusa ji ber berf û bagerê mehsûr ma da hatin xilaskirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Şaredariya Emîrdagê da hat diyarkirin, li navçeya ku barîna berfê bi bandor e, li ser agahdarkirinê ekîbên Midûriyeta Karûbarên Fenî ketin tevgerê û li tanga Topdereyê xwe bi hawara otobusa rêwiyan a mehsûrmayî ra gihandin.

Ekîbên şaredariyê xwarina germ û betanî li yên di wesayîtê da belav kirin û dû re jî rêwî li Emîrdagê hatin mêvankirin.

Şaredar Serkan Koyuncu diyar kir ku ekîbên wan xwe bi otobusa di rê da ma ra gihandin û wiha got, "Ekîbên me xwarina germ û betanî li rêwiyan belav kirin. Rêwî hatin mêvankirin û wesayît jî her wisa hildan ciyekî ewle. Wa ye dewlet li vir e, dema pêwîst dibe li cem welatiyan e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE