Li Afyonkarahîsarê otobuseke rêwiyan welgeriya û di encamê da 7 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otobusa rêwiyan a fîrmaya Kamîl Koç ku plaqeya wê 07 ZY 555 e û nasnameya ajokarê wê jî hê nehatiye diyarkirin, li kîlomêtroya 15emîn a rêya Afyonkarahîsar-Antalyayê li tanga Damlali Bogazi serî ji ajokar stand û welgeriya hundirê qanala avê ya vala.
Li ser îxbarê gelek ekîbên îtfaiye, tenduristî û AFADê ber bi ciyê bûyerê hatin sewqkirin.
Di qezayê da 7 kes mirin, 28 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Lêkolînên ekîban ên li ciyê bûyerê dewam dikin.