Li Afyonkarahîsarê qeza: 3 mirî, birîndarek

Di qezayê da şofêrên herdu wesayîtan û Nacî Guzelê di kamyonetê da bû mirin, Nusret Guzel jî birîndar bû.

Li Afyonkarahîsarê qeza: 3 mirî, birîndarek

 Li Sandikliya navçeya Afyonkarahîsarê wesayîtek û kamyonetek li hev qelibîn, 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Wesayîta ku şofêrê wê Hîcret Nevhîde Çol û plaqeya wê 03 DH 290 û kamyoneta ku şofêrê wê Habîp Karagoz û plaqeya wê 03 AT 894 bû li ser rêya Afyonkarahîsar-Antalyayê li nêzîkî gundê Karadîrekê li hev qelibîn.

Di qezayê da şofêrên herdu wesayîtan û Nacî Guzelê di kamyonetê da bû mirin, Nusret Guzel jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê, cendirme, agirkuj û AFADê sewqî cihê bûyerê bûn.

Birîndar Nusret Guzel bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sandikliyê kirin.

Cinaze ji bo otopsiyê rakirin morgê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE