Li ser rêya Agirî-Erzirom, Agirî-Wan û Agirî-Îranê ji ber mijê şofêran bi zorê pêşiya xwe dît.
Ji şofêran Aykut Bulanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku hewa sar bûye û li ciyên bilind jî berf barî.
Bulan destnîşan kir ku îro zehf mij hebû û got ku êvarê zehf sar dibe û ji ber mijê bi zorê me pêşiya xwe didît.
- Qers
Li Qersê piştî ku berf bariya û serma ket mij çêbû.
Ji ber mijê li ser rêya Qers-Îdirê û Qers û Erziromê şofêran bi zorê pêşiya xwe dît.
Li navenda bajêr jî piştî ku mij ket dîmenên xweşik derketin holê.
AA