Li Agiriyê 3.Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî

Li Agiriyê Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî wê bê lidarxistin...

Li Agiriyê 3.Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî

 Li Agiriyê îsal 3yemîn Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî wê bê lidarxistin.

Waliyê Agiriyê Suleyman Elban di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got mihrîcan wê di navbera 3-5ê Cotmehê da çêbibe û ji bo wê amadehî tên kirin.

Elban got armanca wan ew e ku manewiyata Ehmedê Xanî bigîhîje nifşên nû û wiha axivî: "Ji bo ku alimê Îslamê, mutasawif û edîp Hezretî Ehmedê Xanî li giştiyê welêt bê bibîranîn, alema wî ya fikr û baweriyê bigîhîje nifşên nû Walîtiya me di navbera 3-5ê Cotmehê da wê 3yemîn Mihrîcana Çand, Turîzm û Hunerê ya Ehmedê Xanî li dar bixe. Emê mihrîcanê li ber Tirba Ehmedê Xanî bi mewlîda şerîf va bidin destpêkirin.

Çalakî wê li Qesra Îshaq Paşa çêbibin

Elban der barê çalakiyan da got ewê  li Qesra Îshaq Paşa çêbibin, di stantên bên avakirin da jî hosteyên hunerên destan wê hunera xwe nîşan bidin, konser jî wê çêbibin.

Walî Elban got roja ewil dengbêj wê kilaman bibêjin, ji bo ku ciwan jî eleqeyê nîşanî mihrîcanê bidin koma muzîkê Kolpa jî wê konserekî bide. 

Ji bilî vê Elban anî ziman Orkestraya Muzîkên Yeşîlçamê ya ku ji hêla Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê va hatiye avakirin jî wê stranan bibêje, îlahî wê bên xwendin, xwarin û vexwarin wê bê belavkirin.

Elban got bi alîkariya Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê va sempozyumek wê bê lidarxistin, ji hundir û dervayî welêt 150 akademîsyen wê beşdarî sempozyumê bibin.AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE