Li Agiriyê 6 hevalên çavên wan nabînin bi alfabeya taybet va hînî xwendina Qur'anê bûn û bala her kesî dikşînin.
Li bajêr 3 sal berê li ser daxwaza Şaxa Komeleya Nebînayan a Xala Şeş ji bo kesên çavên wan nabînin kursa Qur'anê hat vekirin.
6 hevalên çavên wan nabînin bi alfabeya taybet (Braille) va hînî xwendina Qur'anê bûn û niha dixwazin Qur'anê hînê kesên mîna xwe bikin.
"Me Qur'an hînî 6 birayên xwe kir"
Miftiyê Bajêr Tandogan Topçu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji heft salî bigre heta heftê salî ew hewl didin Qur'anê hînî her kesî bikin û wiha axivî: "Cara ewil me di sala 2016an da ev kurs dan destpêkirin. Niha 6 xwendekarên me yên çavê wan nabînin hene. Serokatiya Kar û Barê Diyanetê alfabeya Braîlleyê amade dike û ji me ra dişîne. Em jî vê alfabeyê didin xwendekaran. Me bi vî awayî Qur'an hînî 6 birayên xwe kir, ji wan 4 kesan Qur'an xitim kir. Herdu yên din jî gihîştin wê astê ku bikaribin dersa Qur'anê bidin."
Garîp Dumanê Serokê Şaxa Agiriyê ya Komeleya Nebînayan a Xala Şeşan jî got yên ders hildane gihîştine asteke wisa ku dikarin dersa Qur'anê bidin û spasiya Miftîtiya Bajêr û Serokatiya Kar û Barê Diyanetê kir.
Salîh Çavdarci jî got ew 3 sal e tê kursê ku hînî Qur'anê bibe û bi saya vê alfabeyê wî 4 caran Qur'an xitim kiriye.
Fecrî Polat jî behsa hînbûna Qur'anê kir û got bi saya vê alfabeyê ev 3 sal e Qur'anê dixwîne.