Li Taşliçaya navçeya Agiriyê agir bi lodên giya ket û qederê 150 ton giya şewitî.
Li gundê Arasê ku 15 kîlomêtro dûrî navçeyê ye ji ber sedemên nayên zanîn li ser bêderê agir bi lodên 5 malbatên ku heywan xwedî dikin ket.
Gundiyên ku şewatê ferq kirin bi îmkanên xwe xwestin bitemirînin û gazî ekîbên îtfaiyeya Şardedariya Agirî û Taşliçayê kirin.
Ekîbên hatin gund bi zorê şewata ku bi tesîra bayê gurr bû temirandin.
Ji ber agirê bi lodan ket qederê 150 tonî giya şewitî.
AA