Li Agiriyê bi roketan êrîşî wesayîta bizirx kirin

Li Bazîda navçeya Agiriyê terorîstan bi roketan êrîşî wesayîta bizirx a li sînorê Îranê dewriye digeriya, kir û di êrîşê da 5 esker birîndar bûn

Li Agiriyê bi roketan êrîşî wesayîta bizirx kirin

Li Bazîda navçeya Agiriyê terorîstan bi roketan êrîşî wesayîta bizirx a li sînorê Îranê dewriye digeriya, kir û di êrîşê da 5 esker birîndar bûn.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, eskerên ku bi wesayîta bizirx li ber sînorê Îranê di navbera Qereqola Peyade Er Şehîd Haşîm Turkoglu û Baregeha Kozluyê da dewriye digeriyan, terorîstan bi roketan êrîşî wan kir.

Di êrîşê da roketek li wesayîta bizirx ket û 5 eskerên tê da birîndar bûn.

Eskerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Ji birîndaran kesek piştî midaxaleya ewil ji Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê sewqî nexweşxaneya Erziromê kirin.

Yekîneyên teqwiye ji herêmê ra hatin şandin û dijî terorîstan operasyon dan destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE