Li Agiriyê dayikek û 2 zarokên wê di lehiyê da xeniqîn

Li Diyadîna navçeya Agiriyê duh di lêhiyê da dayikek û 2 zarokên wê xeniqîn....

Li Agiriyê dayikek û 2 zarokên wê di lehiyê da xeniqîn

 Li Diyadîna navçeya Agiriyê duh di lêhiyê da dayikek û 2 zarokên wê xeniqîn. Hemû navçe niha şîna wan dike.

Ji bo şîna Naîme (48) Polat û zarokên wê Musa (11) û Pinarê (4) li mala wan a taxa Ataturkê teziye tên qebûlkirin.

Harun Polatê mêrê Naîme Polatê û kurê wî Nesîm Polat (18) yên ku li Îzmirê di înşaetê da dixebitîn hatin Diyadînê.

Berîvan (16) û Cesîm Polat (14) ji ber mirina diya xwe û xwîşk û birayên xwe pir xemgîn bûn.

Cesîm Polatê ji ber êş û kesera hatiye serê malbata wan nexweş ket û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Diyadînê.

Otopsiya dayikê û 2 zarokên wê li Saziya Tipê ya Adlî ya Erziromê wê bê kirin û ewê li navçeyê bên definkirin.

Naîme Polat û zarokên wê duh derketibûn eraziyê ku gîha berhev bikin, lê baraneke gur barîbû, lehî çêbûbû. Dayik û zarokên wê di lêhiyê da xeniqîbûn.

Nurullah Yardimciyê (19) li heman herêmê bû jî ji ber lêxistina birûskê mir.

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE