Li Bazîda navçeya Agiriyê di dema derbasbûna wesayita ku karker vedugahastin da teqîn çêbû û li gorî tesbîtên berahî kesek mir û 8 kes jî birînda bûn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitendin, li ser rêyeke nêzîkî Qereqola Şehit Piyade Er Haşim Turkoglu ya ser sînorê Tirkiye û Iraqê yên navçeyê, di dema derbasbûna wesayiteke ku karker vedugahastin da teqîn çêbû.
Di teqînê da 9 karkerên di nava wesayitê de birîndar bûn.
Birîndar bi ambulanasan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yaşar Eryilmaz a li Bazîdê.
Li nexweşxaneyê ji karkeran yek tevî hemî midaxeleyan canê xwe ji dest da û dermankirina birîndarên din berdewam e.
Hêzên ewlekariyê der barê bûyerê da xebat dan destpêkirin.