Li Agiriyê Eyda Qurbanê

Welatiyên berdestê sibê ji bo nimêja eydê hatin mizgeftan bi dilgeşî nimêja xwe kirin.

Li Agiriyê Eyda Qurbanê

Gelê Agiriyê ji bo nimêja Eyda Qurbanê hatin mizgeftan, piştî nimêjê goristan ziyaret kirin û qurbanên xwe serjê kirin.

Welatiyên berdestê sibê ji bo nimêja eydê hatin mizgeftan bi dilgeşî nimêja xwe kirin.

Walî Suleyman Elbanê ji bo nimêja eydê hat Mizgefta Navendê piştî nimêjê li mizgefta çû eydaniya welatiyan.

Zarokên kincên xwe yên eydê li xwe kiribûn tûr û kîs dan destê xwe derî derî geriyan û şekir kom kirin.

Welatiyên li goristanê merzelê eqrebeyên xwe ziyaret kirin paşê ji bo qurbanên xwe serjê bikin çûn malên xwe û mezbexaneya Şaredariya Agiriyê.

Ferhat Alaattînogullariyê li mezbexaneyê li bendê bû ku dora serjêkirinê were qurbana wî got bira Eyda Qurbanê ji bo alema Îslamê bi xêr be.

Alaattînogullari diyar kir ku piştî nimêja eydê çûn ziyareta goristanê ji wir jî hatin vê derê ku qurbana xwe serjê bikin û wiha pê da çû: "Me qurbana xwe anî mezbexaneyê û li berda dora xwe ne. Li vê derê kêmzêde 80 serî dewar hene û li benda serjêkirinê ne. Em dor bi dor serjê dikin. Conegayê me yê sîmental bi qasî tonekî tê. Em li benda dora xwe ne."

Dîroka nûkirinê: 11 Tebax 2019, 14:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE