Li rojhilatê bi şev germahiya herî kêm di binê sifirê da bi 23 pileyan va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê parçe ewrayî be, ber destê sibê û şev mij, moran, qeşa û cemedê wê hebe.
Germahî li gor demsalê wê zêde be û bayê nerm yê ji alî başûr va tê jî wê car caran tesîra xwe zêde bike.
Li deverên kêş û pal ên herêmê ji ber berfê talûkeya aşîtê heye û tê xwestin ku bila welatî li hemberî vê baldar û hay ji xwe hebin.
Germahiya herî kêm a bi şev li herêmê hat pîvandin di binê sifirê da li Agiriyê 23, li Erdexanê 20, li Qersê 17, li Erziromê 12, li Erzincanê 9, li Îdirê 7 û li Tunceliyê jî 2 pile bû.
Di nav rojê da jî tê payîn ku germahiya herî zêde wê li Îdirê 6, li Qersê 5, li Erziromê 4, li Agirî, Tuncelî û Erdexanê 3, di binê sifirê da li Erzincanê jî 2 pile be.
Hişyarî hat dayîn ku li cihên bilind ji ber talûkeya şepeyê bila welatî baldar bin.