Li Agiriyê ji ber mija zêde seferên hin balafiran hatin betalkirin.
Mija ku ev sê roj e li bajêr dewam dike mesafeya dîtinê bı qasî 30 mêtroyî daxist.
Mijê li ser seferên balafiran jî tesîreke neyînî kir.
Seferên Anadolu Jetê yên wê di navbera Balafirgeha Enqere û Balafirgeha Ehmedê Xanî ya Agiriyê da bihata kirin ji ber mija zêde hat betalkirin.
Şoferan ji ber mijê zehmetî kişand. AA
Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 17:39