Li Agiriyê kamyona ku kel û melên malê lê barkirî bû, totî şarampolê bû û li daran ket. Di qezayê da 4 jê ji heman malbatê 5 kes mirin.
Li ser rêya Erzirom û Agiriyê li texma gundê Çîftepinarê yê navçeya Eleşkîrtê kamyona ku kel û melên malê lê barkirî bû û M.U diajot, wergeriya şarampolê.
Kesên ku qeza dît, cab da ambulansê û ekîbên cendirme, tenduristî, îtfaiye û AFADê sewqî herêmê kirin.
Ekîban şofêrê kamyona ku li daran ket xelas kir, bi vîncê jî dê, bav û 2 zarokên ku di kamyonê da asê mabûn, jê deristin.
Di kontrolê da hat tesbîtkirin ku 4 kesên ku di kamyonê da asê mabûn, mirin.
Şofêr M.Uyê ku giran birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê, lê digel hemû midaxaleyan xelas nebû.
Cinazeyên 5 kesên ku mirin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Eleşkîrtê.AA