Li Agiriyê karê şivan û gavanan dest pê kir

Şivanên ku diçin ber pez û dewarên rêncberan, carinan berf û baran li wan dike, lê ji bo debara mala xwe hewl didin.

Li Agiriyê karê şivan û gavanan dest pê kir

Li Agiriyê karê şivan û gavanan a çêrandina pez û dewaran dest pê kir.

Ji serê gulanê pê va li tevahiya bajarê ku par hişkesalî bû, baran dibare û ev baran kêrî mêrg û çîmen û cew û robaran hat.

Rêncberên ku seranserê zivistanê heywanên xwe di gom û tewleyan da xwedî kirin, piştî berf û baranê û bi derketina tavê ra pez û dewarên xwe berdan çêrê.

Şivanên ku diçin ber pez û dewarên rêncberan, carinan berf û baran li wan dike, lê ji bo debara mala xwe hewl didin.

Şivan û gavan bi şeveqa sibehê ra dest bi mesaiyê dikin, bi sedan pez û dewaran berdidin çêrê û heta tarî dikeve erdê, heywanên xwe diçêrînin. Bi ketina tariyê ra pez û dewaran dixin gom û tewleyan. Hin şivan jî carinan pez li çolê didin guherê û şeveder dimînin.

Ji şivanan Suleyman Çîmen diyar kir ku ew 54 salî ye û nîvê emrê xwe bi şivaniyê derbas kir.

Çîmen daxuyand ku ew ji şivantiyê hez dike û wiha dewam kir:

"Berf veheliya û me jî weke her sal dest bi karê xwe kir. Zivistana îsal dijwar derbas bû û hê li ser çil û çiyan berf heye. Ez diçim ber pez. Em serê sibehê heywanên xwe ji gund berdidin û li ser mêrg û çîmenan diçêrînin. Danê nîvro ji bo ku bêhna xwe bidin, em cardin tînin gund. Em danê esrê cardin berdidin çêrê û şeva xwe li derva derbas dikin û rojtira din paşê tên malê."

Çîmen diyar kir ku carina berf û baran jî li wan dike û ew zehmetiyê dikişînin.

Çîmen destnîşan kir ku ew ê heta payîzê herin ber pez û wiha dewam kir, "Em ji bo baranê pir kêfxweş dibin. Înşeallah wê wekî par bi hişkayî derbas nebe. Ji ber ku par hişkesalî bû çêrandina heywanan zehmetir bû."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE