Li Agiriyê menderesên bi kîlometreyan dirêj ên di bin berfê da dîmenên xweşik derxistin holê.
Li bajêr piştî barîna berfê dewrûbera menderesên li nêzîkî gundê Agadeveya Jor a girêdayî navenda parêzgehê di bin berfê da ma.
Menderesên bi kîlometreyan dirêj ên ku havînê dewrûbera wê bi kulîlkên rengbireng dixemile, bi barîna berfê ra mîna çiyayên di bin berfê da spîçîl bûn.
Menderesên ku di hundirê geliyan da çiv didin xwe û wisa diherikin, dîmena wê ya bi berf bi destê peyamnêrê AAyê bi droneê hat kişandin.AA