Li Agiriyê mij û xumam veguhestinê asteng dike

Mija ku nexasim li navenda bajêr û navçeya Elajgirê tesîra xwe nîşan dide, bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Li Agiriyê mij û xumam veguhestinê asteng dike

 Li Agiriyê ji ber mij û xumama zêde li ser rêyan mesafeya dîtinê kêm bû û lewma jî di çûn û hatinê da astengî derdikevin.

Li bajêr mij û xumama ku serê sibehê dest pê kir, ber êvarê tesîra xwe zêdetir kir.

Mija ku nexasim li navenda bajêr û navçeya Elajgirê tesîra xwe nîşan dide, bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Li bajêr ji ber mijê mesafeya dîtinê li cih cihan daket heta 5 metreyan, lewma jî li ser rêbejaya Agirî-Îran, Agirî-Erzirom û Agirî-Wanê û her wiha li kolanên bajêr ajokar di ajotina wesayîtan da zehmetiyê dikişînin. Ajokar li van rê û kolanên navborî farên wesayîtan vêdixin û hêdî hêdî wesayîtan diajon.

Ajokar Harun Polat ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji ber mij û xumamê mesafeya dîtinê pir daket û lewma jî divê ajokar bêtir baldar bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE