Li Agiriyê minîbus li dîrega ronîkirinê ket, 2 kes mirin kesek birîndar bû

Li Agiriyê minîbus li dîrega ronîkirinê ket, 2 kes mirin kesek birîndar bû

Li Agiriyê minîbusek li dîrega ronîkirinê ket, 2 kes mirin, kesek birîndar bû.

Minîbusa ku Mehmet Sînay dajot û plaqeya wê 33 KOC 42 ye, di rêya Erzirom-Agiriyê da li texma Sîteya Sanayiyê li dîrega ronîkirinê ya petrolê ket.

Li ser cabdayînê îtfaiye, polês û anbulans sewqî cihê qezayê kirin.

Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku şofêr li cihê qezayê di wesayîtê da asê bûye û miriye.

Seyhan û Murat Aktaşê ku birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.

Ji birîndaran Murat Aktaş digel midaxaleyan xelas nebû û mir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE