Li Agiriyê minîbusa koçberên bêdestûr tê da bûn ji rê derket û qelibî û di qezayê da 2 kes mirin û 30 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan minîbusa bi plaqeya 76 AAE 157 ku şofêrê wê nayê zanîn û koçberên bêdestûr tê da bûn li ser rêya Agirî û Wanê li texma gundê Somkayayê ya li Çiyayê Tendûrekê ji rê derket û qelibî û 32 kesên di wesaîta qelibî şerampolê da birîndar bûn.
Li gor agahiyan 25 kesên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yaşar Eryilmaz ya Bazîdê û 7 kesên din jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çaldiranê.
Li gor agahiyan 2 kesên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yaşar Eryilmaz ya Bazîdê digel midaxeleyê mirin.