Li Agiriyê "pilingên berfê" dê 24 saetan bixebitin

Li Agiriya ku zivistana wê ji 30 pileyên di bin sifrê da derbas dibe û hewaya wê zehf sar e û berf çendî mêtro bilind dibe ekîbên paqijkirina berfê şev û roj dê 24 saetan bixebitin

Li Agiriyê "pilingên berfê" dê 24 saetan bixebitin

Li Agiriya ku yek ji wan bajarên Tirkiyeyê ye ku zivistan lê dijwar derbas dibe ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dê bi 78 makîneyên kar, 91 personel û 8 ekîbên mobîl xebatên paqijkirina berfê bike.

Ekîb di çarçoveya "Plana Çalakiyê ya Paqijkirina Berfê" ya ku bi serkêşiya Walî Suleyman Elban li tevahiya bajêr hat amadekirin da vê zivistanê da pêşaniyê bidin rêyên gundên ku lê nexweşî, welidîn çêdibe û xwendekarên wan li cihekî din dixwînin. Li bajarê ku zivistana wê ji 30 pileyên di bin sifrê da derbas dibe û hewaya wê zehf sar e û berf çend mêtroyan bilind dibe "pilingên berfê" şev û roj dê 24 saetan bixebitin.

Sekreterê giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Erhan Tenekecî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku welatî di bin bandora şert û mercên neyinî da nemînin yên zivistanê hedefa wan ew e ku bi personel, amûr û wesayîtên xwe 24 saetan xizmeta kamuyê bikin. Tenekecî got ku di paqijkirina berfê da xebatên serkeftî dikin û wiha axivî:

"Di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Paqijkirina Berfê da ji bo ku zehmetiyên zivistanê daxin asta herî kêm ji bo welatiyên me yên li gundan dijîn me di parka xwe ya wesayîtan da greyderên modêla wan bilind, kamyonên bikêr, treyler, loder û JCB bi tevahî kontrol û temîra 78 makîneyên kar kir û ew amade kirin. Me digel 78 makîneyên kar 91 personel û 8 heb jî ekîbên mobîl peywirdar kirin. Ekîbên me bi awayê xebata 24 saetan hatin kordînekirin."

Tenekecî destnîşan kir ku li herêmê zivistan dirêj e û dê pêşaniyê bidin rêyên gundên komî yên ku qerebalix in. Tenekecî behs kir ku dê di rewşên acîl da ekîba paqijkirina berfê ya herî nêz bişînin herêmê û xwest ku bila îxbarên bêbingeh neyên kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE