Li Agiriyê qeza: 11 birîndar

Li Agiriyê kamyonek û minibêsa li hev qelibîn, di qezayê da ajokarê minibêsê û 10 xwendekar birîndar bûn..

Li Agiriyê qeza: 11 birîndar

Li Bazîda navçeya Agiriyê kamyonek û minibêsa serwêsa xwendekaran li hev qelibîn, di qezayê da ajokarê serwêsê û 10 xwendekar birîndar bûn.

Minibêsa bi pîlaqeya 04 D 5754 a Saîm Tayfur diajot a ku ji gundên Gunyolî û Bereketê xwendekar dibirin lîseya li navenda navçeyê û kamyona bi pîlaqeya 76 AJ 062 a Servet Aktaş diajot li tanga xaçerêya Bazîd-Çaldiranê li hev qelibîn.

Di qezayê da Tayfurê ajokarê minibêsê û 10 xwendekarên di minibêsê da birîndar bûn.

Hat ragihandin ku birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û rewşa wan baş e.

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE