Li Agiriyê rêya 12 gundan girtî ye

Di daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê de hat diyarkirin ku ji ber berfa ku pêr li bajêr barî li 92 rêyên ku hatin girtin ekîban dest bi xebata paqijkirina berfê kirin.

Li Agiriyê rêya 12 gundan girtî ye

 Li Hema Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfa ku dibare li Agiriyê rêya 12 gundan hat girtin. 

Di daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr a Agiriyê de hat diyarkirin ku ji ber berfa ku pêr li bajêr barî li 92 rêyên ku hatin girtin ekîban dest bi xebata paqijkirina berfê kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji vê sibê ve rêya 80 gundan hat vekirin û tê plankirin ku rêya 12 gundan jî di demek kurt de bê vekirin.

Di daxuyaniyê de dan zanîn ku ekîb di rêyên gundan de xebatên firehkirina rê dikin û ji bo ku cemed çênebe rêyan xwê dikin.

Di daxuyaniya ku ji Şeftiya 123yemîn a Rêbejan hat dayîn de jî hat diyarkirin ku rêya Cumaçay-Qaxizmanê ya ku ji ber berfê qismekî wê hatibû girtin di encama xebatan de hat vekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di rêyên din ên bin berpirsyariya şeftiyê de jî xebatên firehkirina rê tên kirin û dan zanîn ku li hin herêman ji bo ku cemed çênebe xwê direşînin.

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE