Li Agiriyê şerê çekdarî: 2 birîndar

Li Bazîdê du koman gule berî hevdu dan, di şer da polêsek û kesekî din birîndar bûn...

Li Agiriyê şerê çekdarî: 2 birîndar

Li Bazîda navçeya Agiriyê di navbera du koman da şerê çekdarî derket, di şer da polêsek û kesekî din birîndar bûn.

Bûyer li ser kolana herî qerebalix a li herêma pasajan ya li Taxa Çîftepinarê qewimî.

Kesên ji du wesayîtên ji rê ra derbas dibûn peya bûn ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn beziyan hevdu û gule berî hev dan.

Di bûyerê da kesek bi sîlahê birîndar bû. Polêsekî ku di dema bûyerê da li kolanê bû midaxeleyî şer kir û hin kesên li wê derê kom bûn li polês xistin.

Piştî şerê çekdarî gelek polêsên herekata taybet sewqî herêmê kirin.

Ambulansa li ser îxbarê hat herêmê kesê bi sîlahê birîndar bibû û polêsê hatibû kutan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz.

Wekî mayîn hat ragihandin ku di encama xebata ekîbên polêsan da kesên tevlî şer bûne hatin binçavkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE