Li Ağrı û Karsê ji ber sermayê çem û hewzên nav bajêr cemidîn.
Li Ağrıyê ji ber sermayê welatî gelekî tengasiyê dikişînin. Ji ber sermayê Çemê Avkevirê, hewza sûsê ya li Baxçeyê Gel û camên wesayîtan qeşa girtin.
Li bajarê qirayî ket ser dar û nebatan karker ji bo serma nekin agir vêxistin û xwe germ kirin.
Fecrî Kayayê Welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hewa gelekî sar bû û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku hewa wiha dewam neke. Cama qeşayî girtin, me bi amûran camên wesayîtê paqij kir."
Li Karsê ji ber sermayê rûyê çeman cemidî.
Li bajêr camên dikan û wesayîtan qeşa girtin, welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku necemidin.
Çemê Acisuyê yê li Sariqamîşê jî cemidî, şadirwan û kaniyan qeşa girt.
Serkan Yucedagê welatî diyar kir ku germahiya hewayê daket û got, "Îşev hewa gelekî sar bû. Înşallah berfê bibare, hewayê hinekî germ bibe û em ê rihet bikin."