Li Ağrıyê di navbera eqrebayan da şerê çekdarî derket û 5 kes birîndar bûn.
Li Kolana Vanê ya Berê di navbera A.K û eqrebayên wî da nîqaş derket, piştî demekê nîqaş mezin bû û guherî şerê çekdarî.
Di şer da B.B, S.B, M.B û kesekî ku ji rê ra derbas dibû bi guleyên ji çeka A.K derketin birîndar bûn.
A.K û 4 kesên din ên ku di şer da birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê.
Ekîbên polêsan li cihê bûyerê û nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê hildan. AA