Li nêzî Dogubeyazita Agriyê di xeta boriya xaza siruştî ya ji Îranê tê Turkiyeyê da teqîn çêbû û şewat derket, zirar çêbû.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ber destê sibê li tanga Deriyê Sînor ê Gurbulakê di xeta boriya xaza siruştî ya ji Îranê tê Turkiyeyê da ji ber sedmeke nayê zanîn teqîn çêbû.
Piştî teqînê agir ji boriya rabû û ji gundên dorberê hat dîtin. Piştî şewatê hêzên ewlekariya hatin herêmê û tevdîrên ewlehiyê hildan.
Xaza tê xeta boriyê hat birîn û ekîban şewata li herêmê temirandin.
Hêzên ewlekariyê sji bo tesbîtkirina edema teqîna boriyê lêkolînê dikin.AA