Li Ağrıyê eskerek şehîd ket, eskerek birîndar bû

Li Ağrıyê eskerek şehîd ket, eskerek birîndar bû

 Li Ağrıyê di pevçûna ku di navbera terorîstan û hêzên ewlehiyê derket da eskerek şehîd ket, eskerek birîndar bû.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat bidestxistin berêvarê li çolwarê navçeya Doğubeyazıtê di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan da pevçûn derket.

Di pevçûnê da 2 esker birîndar bûn.

Yek ji eskerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Doktor Yaşar Er Yilmaz a Doğubeyazıtê şehîd ket, yê din li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê tê dermankirin.

Hat diyarkirin ku li herêmê operasyona dijî terorîstan dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE