Li Ağrıyê germahiya hewa:di binê sifirê da 21 pile

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be.

Li Ağrıyê germahiya hewa:di binê sifirê da 21 pile

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 21 pileyên binê sifirê va li Ağrıyê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.

Dibe ku li herêmê cemed çêbe ji bo vê ji welatî û ajokaran hat xwestin ku bira tevdîrên xwe hildin.

Bi şev germahiya hewayê li Ağrıyê di binê sifirê da 21, li Erdexanê di binê sifirê da 19, li Qersê di binê sifirê da 16, li Îdirê di binê sifirê da 9, li Erzincan û Tunceliyê di binê sifirê da 1, li Erziormê di binê sifirê da 8 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Erzincanê 10, li Tunceliyê 9, li Erzirom û Îdirê 3, li Qersê di binê sifirê da 3, li Erdexanê di binê sifirê da 5, li Ağrıyê  di binê sifirê da 9 pile be.

Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Palandokenê 51, li Qonaxliyê 34, li Sariqamîşê 31 santêm hat pîvandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE