Li Ağrıyê li dijî Midûriyeta Gumrika Gürbulakê êrîşa roketê

Gelek ekîb sewqî herêma ku eşkere bû gelek birîndar lê hene kirin...

Li Ağrıyê li dijî Midûriyeta Gumrika Gürbulakê êrîşa roketê

Hat ragihandin ku li Doğubeyazıta navçeya Ağrıyê li dijî wesayîteke Midûriyeta Gumrika Gürbulakê êrîşa roketê hat kirin.

Hat diyarkirin ku bi roketê li dijî wesayîta Midûriyeta Gumrika Gürbulakê ya li nêzîkî parqa tiran ku qedera 3 kîlometre dûrî Deriyê Sînor Gürbulakê yê li ser sînorê Îranê ye, êrîş hat kirin.

Gelek ambulans û herwiha ekîbên îtfaiye, cendirme û lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê kirin.

Rêya ku diçe deriyê sînor a ku bûyer lê qewimî ji ber sedema ewlekariyê hat girtin.

Ji Wezîr Soylu daxuyaniya ser êrîşa ku bi roketan birin ser wesayîta Midûriya Gumrika Gürbulakê:

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der heqê êrîşa ku bi roketan birin ser wesayîta Midûriya Gumrikê ya Gürbulaka Ağrıyê da got ku dor li terorîstan hat girtin û pevçûn dewam dike.

Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got ku di saet 08.50î da roket avêtin wesayîta zirxdar a ku personelê Midûriya Gumrikê ya Gürbulaka Ağrıyê tê da bû û roket li teka pêşiyê ya wesayîtê ket û birîndar hene.

Wezîr Soylu di parvekirina xwe da wiha got: "Terorîst hatin teqîbkirin û dor li wan hat girtin, vê gavê pevçûn dewam dike."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 14:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE