Li Ağriyê navenda kar hat avakirin

Navenda kar bi 15 kargehan dest bi hilberîna berhemên pîşesaziyê kir

Li Ağriyê navenda kar hat avakirin

Li Agriyê bi piştgiriya walîtiyê navenda kar hat avakirin. Li navendê 15 kargeh bi 150 xebatkarî re berhemên pîşesaziyê çêdikin û difroşin derwelêt û herêmê.

Bi proje û kampanyayan li tevahiya welêt ji bo karsazên biçûk û mezin, navendên kar tên avakirin.

Di sala 2018an de bi piştgirî û alîkariya walîtiyê li Agriyê jî navendeke ku ji 15 kargehan pêk tê hat avakirin.

Li navendê berhem û xebatên li ser pêlavan, mobîlya, deriyên polayê, eşyayên navmalê tên çêkirin.

Rêvebirên navendê dibêjin niha 150 xebatkar dişixulin lê wê îstihdama li navendê zêde bibe.

Berhemên ku li navendê tên çêkirin tenê nayên firotin herêmê tên firotin derwelêt jî.

Rêvebirên navendê dixwazin li navendê zêdetir kargeh hebin û navend mezin bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE